Idlibê…di encama teqîna li baregeheke çeteyan de herî kêm 30 çete hate kuştin

Li Idlibê di baregeheke çeteyan de teqîn pêk hat. Hate gotin ku herî kêm 30 çete hatine kuştin.

Ragihandinên herêmê ragihandin ku doh êvarê di navenda pargeha çeteyên Tehrîr Şam ê girêdayê dewleta Tirk a dagirker de teqînek pêk hat.

Hin dezgehên herêmê jî îdîa kirin ku li dijî baregehê êriş pêk hatiye.

Hate gotin teqîn di baregehê de, di cihê cebilxaneya çeteyan de rû daye.

Di encama teqînê de herî kêm 30 çete hatine kuştin bi dehan jî birîndarin.

Back to top button