Berhem Salih: Êrişa li ser Dihokê binpêkirinek serweriya Iraqê ye

Gelek kesayet û aliyên siyasî yên Iraqî serokkomar, serokwezîr, serokê parlementoyê û gelek aliyan bi daxuyaniyan bertek û nerazîbûn nîşanî komkujiya Zaxoyê dan. Di daxuyaniyan de komkujî hat şermezarkirin û hat gotin ev êriş binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye.

Gelek alî û kesayetên siyasî hêrsa xwe nîşanî komkjiya Zaxoyê dan û ew bi tundî şermezar kirin.

Serokê Îraqê Berhem Salih bi peymakê li ser Tiwtterê Komkujiya Zaxo şermezar kir.
Berhem Salih di peyama xwe de wiha got: Êrişa Tirkiyê li ser Dihokê binpêkirinek ji serweriya Îraqê ye û gefxwarinek ji ewlehiya wê ya navneteweyî ye.
Dubarakirina van êrişên ku gelek caran me banga rawestandina wan kirine ku nayê qebûlkirin.

Ev kirinên wiha dijî qanûna navdewletî ne.

Wezareta Karê Derve ya Iraqê: Êrişên wiha ewlehiya Iraq û gelê wê dike armanc

Wezareta Karê Derve ya Îraq bi daxuyaniyekê Komkujiya Zaxo şermezar kir û got: “Hikûmeta Îraqê vê êrişê weke binpêkirinek ji serweriya xaka Îraqê re dibîne.

Ev êriş ewlehiya Îraq û gelê wê dike armanc û zagonên navneteweyî bin pê dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Serokwezîrê Îraqê derbarê komkujiyê komîteyke lêpirsînê ava kir

Mihemed Helbusî: Divê hikûmet tedbîrên pêwîst ji bo lêpirsînê bigire

Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbusî jî bi peyameke li ser Twitterê Komkujiya Zaxo îermezar kir û wiha got: “Nabe Iraq ji bo hesabên herêmî û nakokiyên derve qadeke vekirî be.

Divê hikûmet tedbîrên pêwîst ji bo lêpirsînê bigire û bi her awayî Îraq û gelê wê biparêze.

Siyasetmedar Edhem barzanî komkujiya Zaxoyê şermezar

Siyadetmedar Edhem Barzanî bi daxuyaniyekê ev komkujiî şermezar kir û sersaxî ji malabat aqurbaniyan û şifa ji birîndaran re xwest û wiha dewam kir:

“Ez topbarana dewleta Tirk li Zaxoya şoreşger bi tundî şermezar dikim. Ji xaka pîroz a şehîdan derbikevin. Guh bidin dengê bi hêrs ê gelê Başûrê Kurdistanê.”

KCDK-e: Haya hikûmeta başûr ji vê komkujiya dewleta Tirk heye

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyan a Ewropayê (KCDK-E) jî bi daxuyaniyekê komkujiya Zaxo şermezar kir.

KCDK-E diyar kir û ev komkujî bi hevkariya PDK’ê hatiye kirin û wiha got:

Haya hikûmeta başûr ji vê komkujiya dewleta Tirk a şirîkê wê ye heye.

Dewlet Tirk, bi PDK’ê re Başûrê Kurdistanê dagir dike.

PDK’a hevkar hîna tu gotinek ji bo vê komkujî nekiriye.”

Serwa Ebdilwahid: Divê hikûmeta Başûr û ya Iraqê werin dadgehkirin

Parlementera Îraqê ya bloka Nifşa Nû Serwa Ebdilwahid jî bi twitekê Komkujiya Zaxo şermezar kir û banga dadgehkirina Hikûmeta Başûr û ya Îraqê kir.

Divê hesab ji yên çavê xwe ji komkujiyên dagirkeriya Tirk re digirin were pirsîn

Endamê Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ya parlementoya Iraqê Ehmed El-Mûsawî jî komkujiyên dewleta Tirk şermezar kir.

Ehmed El-Mûsawî got, divê parlementoya Iraqê hesabê ji yên ‘di oxira berjewendiyên xwede çavê xwe ji komkujiyên dewleta Tirk re digirin û dibin sedema mirina mirovan û talankirina welat’, bixwaze.

Back to top button