Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Zirgan, Şêrewa û Til Temirê topbaran kirin. Di encama êrişên dewleta Tirk ên li ser gundên Til Temirê de, 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanî şehîd bûn.
Artêşa Tirk a dagirker bi obusan êrişî gundên Dirdara û Qibûr Qeracina yên Til Temirê kir.
Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundê Dirdara ya navçeya Til Temirê de 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanî şehîd bûn.
Her wiha li gorî hatî ragihandin ku navê şehîdan wiha ye: Yûsif Muhsin El Mitras û Radî Mizil El Osman in. Suredê herdu şehîdan di hewuzê min de ye
Dewleta Tirk gundên navçeya Zirgan û Şêrewayê topbaran kirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gûndê Şêx Elî yê navçeya Zirganê bi obîs û hawanan topbaran kirin.
Di encama topbaranê de 2 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.
Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Şehid Lêgerîn a Til Temirê.
Her wiha artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê jî topbarankirin.