Di encama bombebarana Mexmûrê de welatiyê bi navê Ebû Zeyd Ebdulah Abid şehîd bû

Dewleta Tirk a dagirker îro dîsa êrişî Kampa Penaberan a Mexmûrê kir. Di encama êrişê de ku malek hat hedef girtin, welatiyê bi navê Ebû Zêd Ebdullah Abid şehîd bû.
Xelkê wargehê êrişa dagirkeriya Tirk û hevkarên wê şermezar kirin û diyar kirin ku dê tu carî li hember van êrişan serê xwe netewînin.

Îro di seatên nîvro de balfirek bi çek ya bêmirov a dewleta Tirk a dagirker êrişek li dijî Wargeha Penaberan a Mexmûrê pêk anî.

Di êrişê de mala welatiyê bi navê Ebû Zeyd Ebdulah Abid hat hedef girtin.

Abid yê ku di êrişê de birîndar bû rakirin nexweşxaneya Geyare, lê ji ber birîna wî giran bû, şehîd bû

Xelkê Wargehê: Em xwîna Ebû Zeydan tu carî li erdê nahêlin

Piştî bûyerê li dijî vê êrişê xelkê wargehê li ber mala Ebû Zeyd kom bûn û daxuyaniyek ji Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Yûsif Kara ve hate dayîn.

Yûsif Kara di destpêka axaftina xwe de êrişa hovane ya dewleta Tirk a dagirker şermezarkir û got: “Ji bo şikandina îrade û berxwedana gelê wargehê êrişên wiha yên hovane tên kirin.

Em bang li raya giştî û mirovahiyê dikin wê gelê wargehê xwedî li xwîna Ebû Zeydan derbikeve û li erdê nehêle em dev ji rûmet û şerefa xwe bernadin.”

Kara da zanîn ku xelkê wargehê tu carî li hember êrişên wiha çong danayne û dê her li berxwe bide.

Yûsif Kara di dawiyê de bang li gelê Kurdistanê kir ku li hember van êrişan rabin û xwedî li xwe derkevin.

Xelkê wargehê li ber Saziya Malbatên Şehîdan ji bo pêşwazîkirinê li benda cenazeyê şehîdê xwe ne.

Back to top button