Xwendekarên zanîngehên Tehranê jî bi daxuyanî û ne tevlî bûna waneyan piştgiriyê didin xwepêşandanan.
Li bajarê Sine jî xwepêşandan di roja 10’an de berdewamin û gel li qadanin.
Xelkê bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê jî daket qadan û li dijî zilma rejîmê dirûşmên “Jin jiyan azadî” bilind kirin.
Li aliyek din jî xwendekerên hinek zanîngehên li Tehranê jî tevlî waneyan nebûne û bi daxuyaniyan nerazîbûna xwe ya li dijî kiryarên rejimê nîşan dan.
Her wiha di saetên şevê de li bajarên Tebrêz û Qirwe jî careke din gel daketin qadan û bi dirûşman nerazîbûna xwe anîn ziman.
Li gor bîlançoya dawî ya Rêxistina Mafê Mirov a Îranê, heta niha di xwepêşandanan de 76 kes ji aliyê hêzên rejimê ve hatine kuştin.