2ʹyemîn Festîvala Şanoyê ya “Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye” bi belavkirina xelatan ji aliyê Desteya Çandê û Tevgera Çand û Hunrê ya Mezopotamiya ya Herêma Firatê ve bi dawî bû.
Destpêkê sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Arîn Mîrkan hat pêşandan.
Piştre cîgira hevseroketiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Emîne Bekir axivî û got:
“Îro gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yek dengî û li ser dika Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê helwesta xwe nîşan da û îsbat kir ku fedakariyên hemû şehîdan vala neçûn.”
Cîgira hevseroketiya Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen diyar kir ku tevî êrişên rojane jî dîsa jî komên şanoyê karîn pir xweş di Festîvalê de Şanoyê pêşkêş kirin.
Piştre komên stran û govendê derketin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş kirin.
Di dawiyê de dayika şehîd Arîn Mîrkan, komên beşdar, şanoger û Yekitiya Ragihandina Azad ji aliyê Desteya Çandê û Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê yên Herêma Firatê ve, hatin xelatkirin.