Li gorî çavkaniyekê ji hêzên Iraqî ku nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku çete bi cilên leşkerî ve derbasî nava hêzên Heşdî Şebî bûne û li wir xwe teqandin.
Çavkaniyekê da zanîn ku di encama êrîşa xwekujî de 6 kes hatin kuştin û 30 jî birîndar bûne rewşa gelek birîndaran ne baş e..
Li gorî heman çavkaniyê rojnamgerek bi navê Îsa Ebdulrezaq jiyana xwe ji dest daye û parlamenterê berê yê Parlamentoya Iraqê Ednan Ziyab jî birîndar bûye.
Her wiha berpirsyarê hêzên Sedire ya tûgaya 51 ya Heşdî Şebî jî birîndar bûye.