Bi boneya salvegera 45’an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Yekitiya Jinên Ciwan li qada Şehîdan a rojavayê Şêxmeqsûd ya Helebê şahiyek li dar xist.
Bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana gerîlayên Zap, Avaşîn û Metîna û di salvegera damezirandina PKK’ê de werin cenga azadiyê”, şahî pêk hat.
Di serî de endama rêveber a yekitiyê Ronahî Cûdî salvegera damezirandina PKK’ê li rêber Abdullah Ocalan, gerîla û berxwedana li girtîgehan pîroz kir.
Ronahî destnîşan kir ku berxwedana gerîla ya li serê çiyayan wê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bike û got:
“Em şopdarên fikrê rêber Ocalan in û bi ruhê berxwedanê emê serkeftinê misoger bikin.”
Piştre stranên şoreşgerî û folklorî ji aliyê koma stranan a Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ve hatin gotin.
Her wiha helbestên li ser berxwedana gerîla ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan hatin xwendin.
Di dawiyê de govend li ber stranên şoreşgerî hat gerandin.