Serokê Meclisa Gel a Asûrî diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişan, wêrankirina aboriya herêmê û lawazkirina Rêveberiya Xweser in.
Serokê Meclisa Gel a Asûrî ya Herêma Cizîrê Ilyas Enter Ilyas diyar kir ku dewleta Tirk êrişên li dijî herêmê didomîn e û got:
Armanc ji êrişan ew e ku aboriya herêmê wêran bibe û Rêveberiya Xweser lewaz bibe.
Armanca din ew e ku careke din çeteyên DAIŞ′ê li herêmê zindî bibin.
Êrişa li ser kampa Holê û hewldana revandina malbatên çeteyan nîşaneya vê yekê ye.”
Ilyas Enter Ilyas bang li Asuriyan kir ku bi pêkhateyên din re hevgirtî bin û li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bisekinin.
Ilyas di dawiyê de anî ziman ku parastina xaka Sûriyê û sînorên wê berpirsiyariyeke nîştimanî ye.