Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber êrişên xwe li ser herêmê dewam dike. Dewleta Tirk vê êvarê carek din gundên Şehba, Til Temir, Kobanê û Girê Spî topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker beriya niha bi çend saetan gundê Şêx Elî yê girêdayî navçeya Til Temir bi çekên giran topbaran kir.
Di saetên êvarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Semûqa û Kefer Garis û Bendava Şehbayê topbaran kir.
Her wiha dewleta Tirk gundên Xanê û Qeremox ên Kobanê jî topbaran kir.
Hemwextî topbarana li ser gundên Kobanê dagirkerdan gundên Kor Hesen û Zenûbya yên Girê Spî jî dan ber topan.