Biryar bû ku şahiya dayîna xelata afrîneriyê ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) di 20ʹê Mijdara borî hatiba lidarxistin, lê ji ber êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hate paşxistin. HRRK`ê xelata afrîneriyê ya sala 2022ʹyan da hunermend Mizgîn Tahir û nivîsker û lêkolînerê ziman Berzo Mehmûd.
HRRKʹê, îro bi beşdarbûna bi dehan rewşenbîr, hunermend û wêjevan şahiya belavkirina xelatê li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê li dar xist.
HRRKʹê xelata afrîneriyê ya Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê da hunermenda cîhanê ya opera Mizgîn Tahir û lêkolînerê ziman ê Kurd Berzo Mehmûd.
Xelata afrîneriyê ku hezar dolar û plaket e ji aliyê Dr. Ehmed Ebdo ve hate dayîn.
Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê 11ʹê Mijdarê bi dirûşma “Heta ximava dawî, heta dilopa dawî ya xwînê em li vir in” dest pê kir û 19ʹê heman mehê bi dawî bû.
Di Mîhrîcanê de 134 wêjevan, helbestvan, nivîskar û şêwekar beşdarî mîhrîcanê bûn.
Her wha di mîhrîcanê de şano hatin pêşkêşkirin, semîner hatin dayîn, panel û şevbuhêrkên helbest û çîrokan hatin lidarxistin.