Dostên Kurdan ên li bajarê Morlaîxê yê Fransayê êrişên Tirkiyê li dijî Kurdan şermezar kirin.
Endamên gelek rêxistinên çepgir û saziyên civakê yên sivîl di meşê de hazir bûn.
Kurdên li bajarên der û dorê jî tev li çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de ji bo teşhîrkirina terora dewleta Tirk a bi ser Kurdan belavok hatin belavkirin.
Û ji bo bibîranîna 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk şehîd bûn, find hatin vêxistin.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û peyama piştevaniya bi gelê Kurd re hat dayîn.