Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî her 3 şehîdên Komkujiya Parîsê bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn. Her wiha malbata şehîd Mîr Perwer jî li navçeya Gimgima Mûşê konsê sersaxiyê danîn û bavê şehîd Mîr Perwer daxwaza tolhildana kurê xwe kir..
Di êrişa duh ya li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku li paytexta Fransa Parîsê yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî ji Tevgera Çandê Mîr Perwer û Abdullah Kizil şehîd bûn.
Ji bo her 3 şehîdên Komkujiya Parîsê li wargeha penaberana a Mexmûrê, merasîmek bîranînê hate lidarxistin.
Di destpêka merasîmê de nasnameya şehîd Evîn Goyî hat xwendin.
Merasîm, bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Şehîd Namirin’, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.
Şêniyên Mexmûrê bi meşek komkujiya Parîsê şermezar kirin
Li dijî vê komkujiyê şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê meşek girseyî li dar xistin.
Meş li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir û heta li ber derê NY meşiyan û li wir daxuyaniyek ji aliyê Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Yusif Kara ve hat dayîn.
Yusif got: “Em wek gelê wargehê bang li raya giştî ya Kurdistanî dikin ku li derdora pakrawanên azadiyê yên mîna Evîn bibin yek.
Em soz didin ku em ê xwîna wan pakrawana li erdê nehêlin.”
Bavê Mîr Perwer: Bila heyfa kurê min li erdê nemîne
Her wiha malbata endamê Tevgera Çandê Mîr Perwer jî li navçeya Gimgima Mûşê şîn hate danîn.
Gelek kes ji navçeyên Bedlîs û Mûşê hatin serdana malbatê û sersaxî xwestin.
Bavê Şehîd Perwer Salih Aydin da zanîn ku ji ber ku 20 sal ceza li kurê wî hatiye birîn ew mecbûr maye biçe derveyî welêt û got: “Kurê min şehîd ket, lê divê xwîna wî li erdê nemîne.
Kurê min hozanê gelê xwe bû
Tiliya kê di xwîna kurê min de hebe, bila hesab bê pirsîn.”