Rêveberiya Waşîngton, ji ber belgeyên îstixbaretî yên derketî bihêrese.
Bi îdiaya ku belgeyên veşartî yên Wezareta Parastinê ya Amerîka belav kiriye, kesek hat binçavkirin.
Di belgeyên navbûrî de tevî agahiyên têkildarî şerê li Ukrayna, xebatên sîxurî yên li hember hevalbendên Amerîka jî hebûn.
Kesek bi hinceta ku agahiyên nepenî yên parastinê yên Amerîkayê li ser înternetê eşkere kiriye, hat binçavkirin.
Serdozgerê Giştî Merrick Garland ragihand ku Jack T. hat binçavkirin.
Jack T. wê li dadgeha federal a Bostonê derkeve pêşberî dozger.
Garland bal kişand ku binçavkirin “bê bûyer” ji hêla ekîbên Buroya Lêkolînê ya Federal (FBI) ve û “wek çarçoveyek lêpirsîna derbarê derxistin, veşartin û belavkirina agahiyên nepenî yên ji bo parastina welêt de bê destûr hat kirin.”
Di nûçeyên çapemeniya Amerîkayê de hat ragihandin, kesê ku hatiye binçavkirin 21 salî ye û di yekîneya îstîxbaratê ya Parastina Neteweyî ya Hêza Hewayî ya Massachusetts de dixebite.
Parastina Neteweyî ya Hêza Hewayî di demên aşitiyê de di bin destê waliyê dewletê de ye.
Rojnameya New York Times jî nivîsand ku Jack T. rêvebirê komeke sohbetê ya înternetê ya bi navê Thug Shaker Central e.
Ev komek ji 20-30 kesan pêk tê.
Li ser malpera wan platformê derbarê çek û lîstikên kompîturê de nîqaş tên kirin.
Hate ragihandin ku cara yekem ev belge li ser vê malperê hatiye belavkirin.
Di meha Adarê de cara yekem têkildarî şerê li Ukrayna belgeyên îstixbaretî û agahî li ser medyayên civakî hatin belavkirin.
Wezareta Parastinê ya Amerîka (Pentagon) îdia kir ku hinek ji agahiyan hatine berovajîkirin.
Çavkaniyên ji wezaretê yên bo çapemeniya cîhanî jî dibêjin, piraniya gahiyên yên têkildarî meha Sibat û Adarê bûn.
Her wiha derbarê mîsyonên plankirî yên pêşerojê de ti agahî tune.
Agahiyên îstixbaretî yên têkildarî hevalbendên Amerîka jî derketin
Di nava belgeyên hatine weşandin de, xebatên îstixbaretî yên Amerîka têkildarî hevalbendên xwe dide meşandin jî hene.
Pispor jî dibêjin dibe ku bi belgeyan hatibin leyîstin û rastiya wan tine bin.
Li gorî qanûnên sîxurî yên Amerîkayê, eşkerekirina belgeyên veşartî dibe sedema cezayê 10 salan yê girtîgehê.



