Endamê Komîsyona Ewlehiya Sindoqan ê Partiya Halîl Donmez anî ziman ku armanca wan a sereke ewlehiya sindoqan e. Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Bedîrhan Osal jî diyar kir ku heta hejmartina dengan bi dawî nebe ew ê avahiyên dibistanan vala nehêlin.
Ji bo hilbijartinên li Tirkiyê 20 roj mane. Ji bo wê jî Partiya Çepên Kesk lez daye xebatên xwe.
Ji hilbijartinên serokkomariyê û parlementeriyê yên 14’ê Gulanê re hindik ma.
Partiya Çepên Kesk xebatên xwe bênavber didomîne.
Partiya Çepên Kesk, li Îzmîrê xebatên xwe ji bo ewlehiya sindoqan 2 meh berê dan destpêkirin.
Derbarê mijarê de, endamê Komîsyona Ewlehiya Sindoqan a Partiyê Halîl Donmez axivî.
Halîl Donmez diyar kir ku xebatên wan ên ji bo ewlehiya sindoqan didomin û ev tişt anî ziman:
”Armanca me ya sereke ewlehiya sindoqan e.
Me Partiya Çepên Kesk, li hermû navçeyan komîsyonên hilbijartinê ava kirine.
Dê li her dibistanê 1 an jî 3 berpirs hebin. Li ser her sindoqê teqez dê muşahid hebin.
Em hem wekî baroyan hem jî wekî rêxistinên hiqûqê em ê ewlehiya hilbijartinê birêxistin bikin.
Dê dengeke jî berhewa neçe. Her kes dikare biçe ser sindoqan û dengê xwe bide partiya me.”
Bedîrhan Osal: Em ê sindoqan biparêz in
Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Bedîrhan Osal jî li ser girîngiya hilbijartinê axivî û got:
”14’ê Gulanê ji bo me qonaxek e, ji bo me firsend e ku em ji desthilatdariya heyî xilas bibin.
Sebra me nemaye ku em 5 salên din bi vê hikumetê re bijîn, ev hilbijartin hilbijartineke dîrokî ye.
Dê di vê çarçoveyê de nêzîkatiyên me hebin.”
Bedîrhan Osal piştrast kir ku parstina sindoqan armanca wan a serke ye.
Û diyar kir ku heta hejmartina dengan bi dawî nebe ew ê avahiyên dibistanan vala nehêlin.
”Yekane rêya rizgariyê Partiya Çepên Kesk e”
Parlamentera berê ya Amedê ya HDP’î Nûrsel Aydogan jî derbarê hilbijartinan de axivî.
Aydogan diyar kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê yek ji hilbijartinên herî girîng ên dîroka siyasî ya Tirkiyê ye û got:
“Hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo gelên Tirkiyeyê û bindestan wê bibe rizgariya ji desthilatdariya AKP-MHP’ê.”
Yekane rê ji bo rizkarbûna ji vê desthilatdariyê jî Partiya Çepên Kesk e.”



