Tevgera Hîlala Zêrîn a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê stranenekê amade dike.
Stran li ser berxwedana ′Efrîn û Kobanê′ ye.
Klîba stranê jî dê demek nêz de bê derxistin.
Tevger beriya erdheja 6′ê Sibatê amadekirina kişandina yekemîn klîba xwe dikir.
Lê bandorên erdhejê û windahiyên li Cindirêsê hişt ev klîb dereng bimîne.
Piştî ewqas dem endamên tevgerê dest bi perwerde û kişandina klîbê kir.
Dê di demekê nêz de biweşînin.
Gotinên stranê yên Zozan Qamişloyê ne.
Awaz a hunermend Hisên Xanê û Mihemed Bilko ye.
Dê Koma Şehîd Vajîn a girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn stranê bibêje.