Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) têkildarî Peymana Lozanê forumeke navneteweyî li dar dixe.
Ji Kurdistanê û welatên cuda yên cîhanê dê 150 siyasetmedar, rewşenbîr û akademîsyen beşdarî forumê bibin.
Forum dê bi navê “Lozan: wê roja pêncşemê 6’ê Tîrmehê dest pê bike û roja înê bi dawî bibe.
Di roja yekemîn de dê 3 rûniştin û di roja duyemîn de jî 3 rûniştinên din werin lidarxistin.
- Mijarên rûniştina roja yekemîn ev in:
1- Rewşa siyasî ya herêmê ya berî Peymana Lozanê:
2- Xwendineke dîrokî li ser peymanên ku di sedsala 20’an de li dijî Kurdan pêk hatine:
3- Peymana Lozanê û encamên wê yên li ser gelê Kurd:
- Roja Duyemîn jî:
1- Rewşa Kurdan a heyî û astengî:
2- Rêbazên têkoşîna li hemberî şerê qirkirinê yê li dijî gelê Kurd:
3- Derbaskirina Lozanê û çareya herî baş:
We li ser wan mijaran bên niqaş kirin.