Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Îbrahîma El Xedban li Tebqayê bi merasîmekê hat oxirkirin.
Şêniyên bajêr, endamên saziyan, şêx û rûspiyên eşîran, Meclisa Leşkerî ya Tebqayê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîman de kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdan dan û gotin:
Çiqas dewletên komploger li dijî me bibin yek jî, dê nikaribin îradeya me bişikînin û projeya me têk bibin.
Em ê ji bo parastina destkeftiyên ku şehîdên me bi fedakariyên xwe bi dest xistine, bibin bendeke asê.
Piştî xwendina wesîqeya şehadetê, cenazeyên şehîd nava dirûşmeyan de hat veşartin.
Malbata şehîd Şoreş: Em ji destkeftiyên şehîdan tewîzê nadin
Li aliyê din, bi sedan şêniyên bajarê Hesekê, sersaxî da malbata gerîlayê şehîd Şoreşa Serhildan.
Li vir jî kesên axivîn destnîşan kirin ku bi ruhê fedaî yê gelê herêmê û ruhê şehîd Şoreş, dê gel û erdnîgariya Kurdistanê ji êrişan bên parastin.
Malbata gerîlayê şehîd Şoreş Serhildan jî diyar kir ku ew ê ji destkeftiyên ku bi saya fedakariyên zarokên wan hatin bidestxistin, tawîzê nedin.



