HPG’ê gerîlayên ku li Garê şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anî û ji malbat û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.
HPG diyar kir ew ê xeta têkoşînê ya hevrêyên xwe heta serkeftinê bidomînin û got:
Hevrêyên me bi karakterên xwe yên ji bo azadiyê wê her dem rê nîşanî me bide.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê eşkere kir.
HPG ragihand di êrişa dijmin ya 8’ê Tebaxa 2022’an de li herêma Garê 4 hevreyê wan gihiştin şehedatê û got:
Hevrêya me Norşîn Efrîn ku endama Fermandariya Eyaleta Garê bû û hevrêyên me Zîlan Efrîn, Sîdar Serhed û Levent Qamişlo şehîd bûn.
Bi domdarî li ser kesayeta gerîlayên şehîd HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev yek got:
Hevrê Norşîn di jiyana xwe ya gerîlatiyê ya 22 salan de, her kêlîka jiyana xwe li ser xeta fedaîbûnê jiya, ew bû fermandara jîr a artêşa li ser mîrateya berxwedanê ya Zîlan, Gulan û Delalan.
Ew wekî fermandareke xeta azadiya jinê di dîroka me ya têkoşînê de cihê xwe stend.
Hevrê Sîdar a ku kevneşopiya çapemeniya azad wergirtibû û bi kesayetiya xwe ya kedkar dixwest bêtir geş bike kedeke mezin da.
Em ê xeta têkoşînê ya hevrê Sîdar bişopînin, pênûs, kamera û çeka wî li erdê nehêlin.
Hevrêyên me Zîlan û Levent jî ku ji nav gelên me yê Rojava rabûne, bi karakterên xwe yên ji bo azadiyê, bi kesayetiya xwe ya kedkar wê her dem rê nîşanî me bide û pêşengiyê ji me re bike.
HPG’ê di salvegera şehadeta 4 gerîlayan de ew bi rêzdarî bi bîr anîn û ji malbat û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê agahiyên li ser nasnameya şehîdan wiha ne:
Nasnav: Norşîn Efrîn
Nav û paşnav: Ferîhan Îsmaîl
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Navê dê: Kûdret
Navê bav: Emîn
Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Tebaxa 2022’an, Garê
Nasnav: Sîdar Serhed
Nav û paşnav: Celal Bîrdal
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Navê dê: Guzel
Navê bav: Huseyîn
Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Tebaxa 2022’an, Garê
Nasnav: Zîlan Efrîn
Nav û paşnav: Ceylan Abdullah
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Navê dê: Fatîn
Navê bav: Ehmed
Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Tebaxa 2022’an, Garê
Nasnav: Levent Qamişlo
Nav û paşnav: Ahmed Silêman
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Navê dê: Ranîa
Navê bav: Yasîr
Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Tebaxa 2022’an, Garê