Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker ku hewl dida êrşî herêma Berxwedana Girê Cûdî bike çalakiyeke şoreşgerî li dar xist.
HPG’ê ragihand di encama çalakiyan de bi giştî 9 dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da.
HGP’ê ragihand gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a ku hewl dida êrîşî herêma Berxwedana Girê Cûdî yê Zapê bike çalakiyeke şoreşgerî li dar xist.
HPG got;
Di encama çalakiyan de 3 dagirkerên ku ji nêz ve bi çekên ferdî hatin gulebarankirin hatin cezakirin.
6 dagirker bi taktîka sûîqestê hatin cezakirin.
HPG’ê diyar kir operasyona şoreşgerî ya ku hêzên wan bi giştî 9 dagirker cezakirin, li herêma Berxwedana Girê Cûdî didome.