Şewata li eyaleta Hawaîî ya DYA’yê li pey xwe felaketeke mezin hiştiye.
Rêveberiya Mauî ragihandin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihaye 111’an.
Her wiha bi herzaran kes hêjî winda ne.
Bîlançoya şewatên daristanan ên gireva Mauî her ku diçe girantir dibe.
Şewata ku di 8’ê Tebaxê de li eyaleta Hawaîî ya DYA’yê dest pê kiribû li pey xwe felaketeke mezin hiştiye.
Rêveberiya Mauî ragihandin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihaye 111’an.
Hat diyarkirin ku nasnameya 5 kesên jiyana xwe ji dest dane hatine tespîtkirin.
Di vê derbarê de malbatên wan hatine agahdarkirin.
Hêjî bêtirî hezar kes winda ne
Her wiha xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî dewam dikin.
Li gorî agahiyan bêtirî hezar kes jî winda ne.
Heta niha jî tîmên lêgerînê xebatên xwe didomînin.
Green: Dibe ku hejmara miriyan du qat zêde bibe
Waliyê Hawaiyê Josh Green ragihand ji sedî 27’ê herêma felaketê hatiye kontrolkirin.
Green diyar kir dibe ku di 10 rojên pêş de hejmara miriyan pir zêde bibe an jî du qat bibe.
Tîmên lêgerînê destnîşan kirin ku lêgerîna di nava mal, kargeh û cihên dîrokî de gelekî zehmete.
Piraniyê cinazeyên ku têne dîtinê jî bi hêsanî nayên naskirin.
Lewma derxistina nasnameyên wan gelek zehmet bûye.
Ajansa Rêvebiriya Lezgîn a Mauî ragihand ku li gorî texmînên destpêkê ji bo avakirina giravê dibe ku bi bihayê
5,52 mîlyar dolar xerc pêywîst be.
Biden dê biçe Hawaîî
Niha jî çav li rê ye ku Serokê Amerîkayê Joe Biden biçe Hawaîî.
Lê ji bo çûyîna Biden heta niha demeke zelal nehatiye eşkere kirin.



