Rêveberiya Xweser biryara Amerîkayê ya birîna cezayan li serçeteyan wekî gaveke erênî ber bi pêkanîna edaletê ve nirxand û got, divê hemû sûcdar bên cezakirin û dagirker ji herêmên dagirkirî bên derxistin.
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd têkildarî cezayên ku Amerîkayê li hinek serçeteyên komên çete yên li Efrînê birîne daxuyanî da
Bedran Çiya Kurd biryara Wezaretê Xezîneyê ya Amerîkayê wekî gavekî erenî nirxand û got:
Em vê biryarekî wekî gaveke erênî ber bi pêkanîna edaletê ve dibînin.
Lê ev biryar têrê nakê ku tevahî mafên şêniyên Efrînê pêk bîne û rewşa aloz bidawî bike.
Çiya Kurd sûc û binpêkirinên ku rojane li herêmên dagirkirî bibîrxist û ev bang kir:
Ji ber rewşa aloz, pêwîste komîteyeke navnetewî ya lêkolînê bilez ji bo herêmên dagirkirî, bi taybet ji bo Efrînê were şandin.
Edalet ew e ku hemû sûcdar û kesên destên wan di sûcan de hene sewqî dadgehên navneteweyî yên cezayan bên kirin û werin cezakirin
“Beyî bidawîkirina dagirkeriyê ewlehiya herêmê ne pêkan e”
Bi domdarî Çiya Kurd destnîşan kir ku bêyî bidawîkirina tevahî cûreyên dagirkeriyê, ne pêkan e ewlehî li wan herêman were mîsogerkirin.
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd di dawiyê de bilêv kir ku civata navnetewî berpirsê tevahî bûyerên ku li herêmên dagirkirî diqewimin e û divê biryarên ku derxistine pêkbinn.



