Ciwanên Kurd û enterasyonalîst, li bajarê Dortmûnd ê Almanyayê konferansek lidar xistin.
Di konferansê de ji bo teşhîrkirin û rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan biryarên piralî hatin girtin.
Ji Almanya, Swîsre, Fransa, Îtalya, Îngilistan û gelek welatên din bi dehan ciwan tevlî konferansê bûn.
Konfirans nêzîkî 6 saetan dewam kir.
Herî dawî encamnameya konferans bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re hat ragihandin.
Rojeva sereke ya konferansê azadiya Rêber Apo bû
Hin xalên encamnameya konfirasê wiha ne:
“Hemû tiştên têkîldarî Rêber Apo wê bibe navenda xebatên ciwanan.
Felsefe û paradîgmaya Rêber Apo ji Rojhilata Navîn heta Amerîkaya Latîn, bê nasandin û belavkirin.
Tecrîda li ser Rêber Apo bibe rojev û li ser vê bingehê têkoşîn bê kirin.
Rola DYE, YE, CPT, DMME’ê , di pergala tecrîdê de li ber çavên raya giştî ya cîhanê bê eşkerekirin.
Ji bo ku hemû kesên ku dixwazin vê bêedaletiyê rawestînin, ji CPT û Konseya Ewropayê re nameyan bişînin.”



