Çapemeniya Azad ya Kurdistanê stûneke xwe a sereke ya din winda kir.
Ew bîr û hafizeya Çapemeniya Azad bû.
Li ser vê rêya dijwar ew rêwiyekî çalak yê nediwestiya bû.
Tevî hemû zehmetî û astengiyan, wî timî ev meşa xwe ya azadiyê berdewam kir.
Rojnamevan û nivîskarê mîlîtan û şoreşger Seyîd Evran di qada çapemeniya azad de mohra xwe li hemû demên herî girîng da.
Hema bêje hemû jiyana xwe xist xizmeta wê yekê ku têkoşîn, rastiya şer û berxwedana li welatê xwe ji civaka Kurd û gelên cîhanê re ragihîne.
Li ser vê rêyê bi şev û roj meşiya, gelek merheleyên girîng derbas kir û gelek xebatên ku rê li ber encamên girîng veke, meşand.
Erê ew mîlîtanekî pêşeng yê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û pêşengekî çameniya azad bû.
Li çar aliyê welatê xwe geriya û rastiya civaka Kurd û têkoşîna azadiyê nas kir û bi pênûsa xwe ya xurt herdem kete nava hewldanan ku vê yekê ji hemû cîhanê re ragihîne.
Seyîd Evran bi navê xwe yê rast Seyîd Mehmûd Evran sala 1969’an li navçeya Hênê ya Amedê çavên xwe li jiyanê vedike.
Di salên zarokatî, ciwantî û xwendevaniyê de dilê wî timî ji bo azadiya gelê xwe lê dide, rojekê zûtir hewl dide cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de bigire.
Û bi vê xwestek û heyecanê di sala 1990’î de li warê serhildan û berxwedanê Amedê, beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê dibe û xewn û xeyalên xwe pêk tîne.
Hevalê Seyîd Evran bi beşdarbûna nava refên têkoşîna azadiyê re jî dest bi xebatên çapemeniyê dike. Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê xebatan dimeşîne.
Di salên herî dijwar de ku li Bakurê Kurdistanê êrişên li ser gelê Kurd zêdebûn û rojnamevan di nava kolanande dihatin kuştin, wî û hevalên xwe di nava wan şertên dijwar de xebatên xwe bê dudilî meşandin û rastî ji cîhanê re eşkere kirin.
Di berdêla eşqa heqîqet û azadiyê de ew gelek caran bi mirinê re hevrû bû û ji têkoşîna jiyana azad tawîz neda.
Li çiyayên azad yên Kurdistanê bi salan li nava gerîlayên azadiyê geriya, li ser jiyan û têkoşîna wan lêkolîn kir û ev yek ji gelê Kurd û cîhanê re ragihand.
Dîsa di mijarên akademîk, dîrokî û wêjeyî de jî bi dehan berhem nivîsand.
Di van mijaran de jî bû arşîveke girîng a têkoşîn û çapemeniya azad a Kurd.
Ew şoreşger û rojnamevanek bû ku li cihê xwe nedisekinî û timî di nava liv û tevgerê de bû.
Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî berê xwe da qada Şoreşê û bi germahiya buyerên ku li vê qadê rû didan dest bi xebatan kir.
Di avabûn û sazîbûna xebatên çapemeniyê yên bi destpêkirina şoreşê re jî erk û berpirsyariyeke girîng girt ser milên xwe.
Ji Dêrikê heta Efrînê gav bi gav pêvajoya şoreşê şopand, girîngî û mezinahiya şoreşê ji hemû gelê Kurd û cîhanê re ragihand.
Ew di heman demê de bû yek ji stûnên şoreşa Rojava û çapemeniya şoreşê.
Ev berpirsyariya xwe ya serxistina şoreşê û rol û girîngiya çapemeniyê ya di vê qadê de heta kêliya dawî ya jiyana xwe bi serketî meşand.
Hevalê Seyîd Evran ji sala 2020’an ve bi pirsgirêkên tenduristî re di nava têkoşînê de bû. Dilê wî diêşiya û çend caran emeliyet bû.
Tevi pirsgirêkên xwe yên tunduristiyê jî, bê navber xebatên xwe dimeşand û ji coş û morala xwe tiştek winda nekir.
Lê mixabin tevî hemû hewldanan jî, ji ber nexweşiya xwe ya dil sibeha 22’ê Îlonê ji nava me barkir.
Hevalê Seyîd Evran jî mîna têkoşerên çapemeniya azad yên berî xwe, Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Xelîl Dag,
Nûjiyan Erhan û Deniz Firat ku ew jî di rêya çapemeniya azad de bûn xwedî cih û kedeke mezin,
Mîrateyeke mezin li dû xwe hişt û di berdemakirina çand û kevneşopiya vê yekê de bi roleke mezin rabû.
Ew jî herdem bû rêwiyekî bê westan yê rêya heqîqet û azadiyê.



