Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê şehîd Seyîd Evran bibîranî û got: “Hevrê Seyîd şoreşgerekî mezin bû, bi sekn û jiyana xwe nîşan da ku rêya fêhmkirina heqîqetê jiyîn û yekbûna bi wê re ye.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê hevrê Seyîd Evran bibîr anî sersaxî ji malbata şehîd seyîd evren re, ji ragihandina azad re xwest û ev nirxandin kir:
“Ji pêşengên tevgera Çapemeniya Azad Demokratîk hevalê Seyîd Evran şehîd bû.
Di serî de Tevgera Çapemeniya Azad Demokratîk gelê Kurdistanê û saziyên demokratîk hevalê Seyîd Evran bi bîr tînin.
Hevrê Seyîd şoreşgerekî mezin bû ku bi sekn û jiyana xwe nîşan da ku rêya fêhmkirina heqîqetê jiyîn û yekbûna bi wê re ye.
Di şexsê wî de şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan bi hurmet û minetdariyeke mezin bi bîr tînin û soza serketinê dubare dikin, ku me dane şehîdan.”