Kurd 18’ê Mijdarê wê li Almanyayê li dijî qedexeya li ser PKK’ê dakevin qadan. KON-MED’ê banga tevlêbûnê kir.
Konfederasyona Civakên Kurdistanê ên li Almanya-KON-MED’ê têkildarî mijarê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 26’ê Mijdarê 30 sal li ser xebatên qedexekirina PKK’ê ên li Almanyayê re derbas dibe û wiha hate gotin,
“Ji wê demê ve hemû çalakiyên PKK’ê hatin qedexekirin. Gelek hevalên me yên li gorî vê qedexeyê tevnegeriyan, cezayê girtîgehê û cezayên pereyan li wan hate birîn.
Li dijî sazî û yekîneyên ewlekariyê yên Alman ti çalakî nehate kirin, lewma ev biryar daxwaza Tirkiyê bû ku bi Almanyayê re xwedî têkiliyeke siyasî û aborî ye.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku PKK tevgereke azadî û berxwedanê ya gelê Kurd e û hate gotin,
“18’ê Mijdarê li Berlînê wê li dijî qedexeyê meş bê lidarxistin. Em bang li gelê Kurd, hêzên demokratîk sosyalîst û alîgirên aştiyê hemûyan dikin ku ji bo dawî li vê bêhiqûqiyê bê anîn li Berlînê li hev kom bibin.”