HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûne bi daxuyaniyekê eşkere kir û ew bi bîr anîn.
HPG’ê bi daxuyaniyeke nasnameya 2 gerîlayên ku di sala 2019’an de şehîd bûne eşkere kir.
HPG got: “Eşkere bû ku di Mijdara 2019’an de li Mêrdînê di êrîşa dijmin de hevrêyên me Bager Andok û Azad Mûskan ên di nava karên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) de bûn, şehîd ketine.
Li ser kesayet û têkoşîna şehîdan HPG anî ziman hevrêyên wan Bager û Azad berpirsyariyên xwe yên ji bo gelê xwe di asta herî bilind de bi cih anîn û ev tişt anî ziman:
Hevrêyên me Bager û Azad bi karaktera xwe ya berxwedêr û biryardariya li ser têkoşînê milîtanên Apoyî yên mînak bûn
Weke şopdarên Xebatkar, Çiyager û Zeryanan di nava karên YPS’ê de ji bo afirandina rastiya gel ê şerker kedeke mezin dan û di dîroka têkoşînê ya gelê me de cihê xwe yê bi rûmet girtin.
Em hevrêyên xwe Bager û Azad di salvegera şehadeta wan de careke din bi hurmet û minet bi bîr tînin.
Di dawiyê de HPG ji malbata şehîdan û tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.
Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha ne:
Nav paşnav: Bager Andok
Nasnav: Hayrî Kaptan
Cihê jidayikbûnê. Êlih
Dayik: Mehdiye
Bav: Abdulsitar
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2019/Mêrdîn
Nasnav: Azad Mûskan
Nav paşnav: Mûsa Polat
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik: Salîme
Bav: Şehmûz
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2019/Mêrdîn