Rojnamevan Silêman Ehmed 226 rojin ji aliyê PDK’ê ve bi awayekî neqanûnî hatiye girtin.
Tevî gelek nerazîbûna jî PDK’e di kiryara xwe ya dij mirovî de bi îsrare.
Komeleya Parastina Azadiya Çapemeniyê (PFAA) ya Iraqê bertek nîşanî vê kiryara PDK’ê da û got:
“Divê rêxistinên navdewletî û Iraqî dawî li bêdengiya xwe bînin.”
Komeleya Parastina Azadiya Çapemeniyê (PFAA) ya Iraqê revandina rojnamevan Silêman Ehmed ya ji aliyê PDK’ê ve şermezar kir.
Komeley di daxuyaniya xwe de balkişand ser kiryara neqanûnî yên PDK’ê û got:
“Hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzîkatiyên polîsî li beramberî rojnamevanan dike.”
226 roj in Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin
Hêjayî gotinê ye ev daxuaniya Komeleyê di demekî de ye ku Rojnamevan Silêman Ehmed 226 rojin ji aliyê PDK’ê ve bi awayekî neqanûnî hatiye girtin.
Tevî gelek bangawazî û nerazîbûnan jî PDK’e di girtina Rojnamevan Silêman Ehmed de bi îsrare.
Vê carê Komeleya Parastina Azadiya Çapemeniyê ya Iraqê jî di raporeke xwe de cih da revandina edîtorê ajansa Rojnews’ê.
“Pêwîste Rêxistinên navdewletî li dijî girtina Silêman Ehmed helwest nîşandin”
Di daxuyaniya Komeleyê de ev tişt hate gotin:
“Em van nêzîkatiyên polîsî yên hikûmeta Herêmê ya li beramberî rojnamevanan şermezar dikin.
Bêdengiya hikûmeta federal û rêxistinên navdewletî ya li beramberî van nêzîkatiyan me dixe nava fikaran.
Divê rêxistinên navdewletî û Iraqî dawî li bêdengiya xwe ya li beramberî binpêkirinên li ser rojnamevanan bînin”
Hêjayî gotinêye ku li gorî biryara dadgeha Dihokê çav li rêye ku di daviya meha Hezîranê de Rojnameva Silêman Ehmed bê darizandin



