Ji bo artêşa Tirk a dagirker yên li Girê Amediyê şev dirêj û bi tirs bû.
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi teknîka taybet 6 çalakî pêk anîn.
HPG’ê got, “Di van çalakiyan de teqînên mezin li nava çeperên dagirkeran rû dan û dijmin windahiyên giran da.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyek nivîskî weşand.
Gerîla Tv jî dimenên çalakiyan bi raya giştî re parve kir.
Li gorî agahiyên HPG’ê:
“Li hemberî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê gerîlayan bi teknîka taybet 6 çalakî lidarxistin.
Di encama çalakiyan de, li nava çeperên dagirkeran teqînên mezin rû dan û dijmin windahiyên giran da.
HPG’ê derbarê berxwedana li Rojavayê Zapê de jî ev agahî belav kir;
“Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
5’ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.
HPG’ê dazanîn ku ev çalakî ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hate kirin.
HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a qirker 4 û 5’ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên wan yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 13 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bombekirin.
4’ê Hezîranê jî 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî heman herêm hatin bombekirin.
Her wiha bi giştî 24 caran jî qadên Garê, Metîna, Qendîl û Xakurkê bi balafirên şer hatin bombebarankirin.



