Ev demekê Tirkiyê hewl dide bi hikumeta Şamê re têkiliyên xwe yê xerab normalîze bike.
Lê ew bangawaziya Tirkiyê ji hêla hikumeta Şamê re weke ku desthilata Tirkiyê dixwaze nehatiye bersivandin.
Di dawî de serdana Serokê CHP’ê Ozgur Ozel bi Beşar Esed re di rojevê de bû.
Rojnameya El Watan ku agahiyê xwe dispêre rayedarekî hikumeta Şamê nûçeyên serdana ku tê payîn bê kirin derewand.
Civaka Tirk ku êdî hîn bûye serê sibe û êvarî agahiyên ji hev cuda bibhîze,, bi şîroveyên “dibe ku vexwendinek ji Sûriyê bê” dest bi rojê dike.
Pirsên “gelo çi diqewime?” tên pirsîn û hemû çapemenî li ser ekranan bi “ramanên pisporî” wekî ku pê li bişkokê hatibe kirin, li ser vê mijarê leqeleqê dikin.
Erdogan got:
“Me her tim destê xwe yê dostaniyê dirêjî Sûriyê kir û em ê vê bidomînin jî”.
Erdogan peyamên normalîzekirinê dide hikumeta Şamê
Di serî de divê were fêmkirin ka têkiliyên her du welatan çima, çawa û ji bo çi xirab bûne.
Tiştekî ecêb e lê çaverêkirî ye ku di vê demê de ku têkiliyên Tirkiye-Sûriyê yên gelekî nakok, gihaştine qonaxa dan û standinan.
Heçku kevirek li serê wan ketiye û hatine ser hişê xwe û biryar dane ji xirabiyê vegerin.
Ev karekî pir cidî ye, lê rûdan wekî henekan in.
Anku wekî tenduristiya piştî qezayekê jixweber baş dibe.
Erdogan: Werin em hêrsa xwe derbas bikin
Serokomar Tayyîp Erdogan ê ku piştî civîna lîderên NATO’yê ya 3 rojî ya ku li Washingtonê hat lidarxistin civîna çapemeniyê li dar xist.
Erdogan banga xwe ya ji nû ve avakirina diyalogê ya bi hikûmeta Şamê re dubare kir û got:
“Werin em hêrsa xwe derbas bikin.”
“Kujer Esed û birêz Esed”
Di bersiva pirsê de Erdogan derbarê diyaloga bi Şamê re ev daxuyanî da:
“Bi taybetî min 2 hefte berê banga xwe ji birêz Esad re kir
Ya were welatê min, yan jî em vê hevdîtinê li welatekî sêyemîn bikin
Bi hevdîtinên bi muxatabên xwe re dest bi pêvajoyeke nû bike.
Hêvîdarim bi derbaskirina aciziyên berê dixwazin dest bi pêvajoyeke nû bikin.”
Rojeva hevdîtina Ozel bi Esed re
Berî niha di çapemeniya Iraqê de nûçe hatibûn belavkirin ku Bexda dikare di navbera Enqere û Şamê de navbeynkariyê bike.
Herî dawî Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî daxwaza hevdîtina bi Beşar Esed kiribû û hatibû gotin ku Ozel dikare biçe Şamê.
Rojnameya El-Watan nûçeyên erêkirina serdanê bi Şamê re derewand
Rojnameya El-Watan ku nêzîkî rejîma Şamê ya Sûriyê ye, nûçeyên di çapemeniya Tirkiyê de ku dibêjin “Serdana Ozel bo Şamê ji aliyê Sûriyê ve hatiye pejirandin” derewand.
Rojnameyê di nûçeya xwe ya ku li ser çavkaniyeke ku navê wî nehatiye eşkerekirin de got:
Rojnameya El-Watan: Ti pêwendiyek bi muxalefet û desthilata Tirkiyê re nîne
“Ti pêwendiyeke bi vî rengî ne bi hikûmeta Tirkiyê û ne jî bi muxalefetê re nîne.”
Di nûçeyê de her wiha hate gotin ku şert û mercên Sûriyê ji bo diyalogê neguheriye û ev şert û mercên “rêzgirtina li yekparçeyiya xak û serweriyê ye”.
Erdogan: Bi rêya Putin dibe em vexwendinekê ji bo Esed bikin



