Beriya salvegera 10. a fermana 3’ê Tebaxa 2014’an Rêxistina Zarokan Biparêze (Save the Children) raporek weşand.
Rêxistinê ragihand ku ji 2014’an ve nêzî 2 hezar û 700 Êzidî hîna jî winda ne.
Û destnîşan kir ku ji wan hezar û 300 zarok in.
Rêxistinê ji bo zarokên Êzidî yên winda banga lezgîn li hikûmeta Iraqê û civaka navneteweyî kir.
Rêxistina Zarokan Biparêze a Navnetewî (Save the Children) ragihand ku hîna hezar û 300 zarokên Êzîdî winda ne.
Beriya salvegera 10. a fermana 3’ê Tebaxa 2014’an Save the Children raporek weşand.
Save the Children diyar kir ku heta niha çarenûsa bi sedan zarokên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de dîl hatine girtin ne diyare.
DAIŞ a 2014’an êrişî Şengalê kir, bi hezaran Êzidî kuştin û bi sedan jî dîl girt.
Nêzî 10 hezar Êzidî hatin kuştin û bêtirî 10 hezar jin û keç dîl hatin girtin.
Jimara Êzidiyên li Şengalê dimînin ji sedî 71’ê tevahiya êzdiyên li cîhanê ne.
Piraniya wan jî koçber bûn.
Ji sala 2014’an ve nêzî 2700 Êzidî hîna jî winda ne
Rêxistinê da zanîn ji 2014’an ve nêzî 2 hezar û 700 Êzidî hîna jî winda ne.
Hat destnîşan kirin ku ji van hezar û 300 kes dema dîl hatine girtin zarok bûn.
Save the Children di vê çarçoveya rapora xwe de ji bo çîrokên trajîk yên qurbaniyên fermana 3’ê Tebaxê cihek berfireh veqetand.
Save The Children banga lezgîn li Bexda û civaka navneteweyî kir
Rêvebera Save the Children Iraq’ê Sarra Gazî ragihand ku mafê zarokên Êzidî jî weke hemû zarokan heye ku li cihên ewle bijîn û perwerdeyê bibînin.
Li ser vê bingehê Sarra banga piştgiriyê û gavên lezgîn ji rêveberiya Bexdayê û civaka navneteweyî kir.



