Li Tirkiyê li dijî siyasetmedarên Kurd operasyonên qirkirina siyasî û bicihkirina qeyûman didome.
Vê carê jî, desthilatariya AKP-MHP’ê 70 endamên meclisên HDP’ê ji erk bi dûr xistin û li şûna wan qeyûm danîn.
Li Bakurê Kurdistanê, sîstemek bi navê Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûr- Rojhilatê Anatolyayê heye.
Ev yekîtiya şaredariyan, biryaran der barê biryarên xizmetguzariyê de dide.
Bi giştî 251 endamên Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûr-rojhilatî û Anatoliyê hene.
151 endam HDP’yî bûn û 90 endam jî AKP’yî û 10 endamên din jî ji partiyên cuda bûn.
Qeyûm li şûna 70 endamên HDPê danîn û hejmara endamên HDP’ê daxistin 81 kesî.
Bi vê hijmarê, êdî HDP nema dikare mîna berê ji bo gelê Kurd di projeyên xizmetgûzariyê de xwedî biryar be.
3 Hevşaredarên navçeyên Wanê hatin binçavkirin
Herwiha hevşaredarên HDP’î yên nevçeyên Bêgir, Qelqelî û Elbakê yên Wanê û endama Meclisa Şaredariya Rêzan a Amedê Naşîde Bûlûttekîn Can hatin binçavkirin.
Di 22’yê Cotmehê de, Can û 5 endamên Meclisa Şaredariyê ji kar hatibûn bidûrxistin û qeyûm li şûna wan hatibûn bicihkirin.