Pêkhateyên kantona Minbicê piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re nîşan dan û diyar kirin ku ew hêzê ji mîrasa xwe ya civakî digirin ku di nava QSD’ê de diyar bûye.
Pêkhateyan gotin:
“Em ê heta dawiyê bi QSD’ê re li hemberî hemû êriş û zehmetiyan têbikoşin.”
Kurd, Ereb, Tirkmen û Çerkesên Minbicê bi dilsozî piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk QSD re nîşan dan.
Pêkhateyan diyar kirin ku QSD’ê mînaka hevgirtina wan a li hember êrişan e û ew ê her dem li kêleka QSD’ê bin û herêma xwe biparêzin.
“Bi saya hêzên QSD’ê bajarê Minbicê ji çeteyan rizgar bû”
Welatiyê bi navê Zehîde Îshaq a Çerkes da zanîn ku hevgirtina pêkhateyên kantona Minbicê, tevahî êriş têk birin û bi saya wê bajar ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin.
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Minbicê Cuma Heyder ê Tirkmen jî diyar kir ku tevna civakî û jiyana hevbeş a li Minbicê mîraseke civakî ye lê ji ber şert û mercên herêm tê re derbas dibe, pêwîstî bi xurtkirina wê heye.
Heyder wiha domand:
“Dewleta Tirk û hikumeta Şamê dixwazin fitneyê li herêmê derxin û hevgirtina bi saya QSD’ê hatiye bidestxistin, têk bibin.”
“QSD’ê girêdana di navbera pêkhateyan de xurt kir”
Jina bi navê Emîre Axa jî rola QSD’ê di xurtkirina hevgirtina pêkhateyan de slav kir û got:
“QSD’ê girêdana di navbera pêkhateyan de xurt kir.
Pêkhateyên Minbicê li hember fitneyan bi rihekî li kêleka QSD’ê li ber xwe didin.”
“Pêwîste li hemberî êriş û zehmetiyan sekneke xurt were nîşan dan”
Mihemed Husam El Şewax ê ji pêkhateya Ereb jî anî ziman ku bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê QSD ava bû û got:
“Ev sira serkeftin û berxwedana gelê herêmê ya li hember êrişan e.”
El Şewax di dawiyê de banga hevgirtina li hemberî hemû êriş, zehmetî û hewldanên derxistina firtiyan kir.
Malbatên şehîdan: Em ê heta dawiyê bi QSD’ê re têkoşînê bikin



