Hêzên Sûriya Demokratîk QSD û Yekîneyên Parastina Jin YPJ ji malbatên şehîdan ên Tebqayê re civînek li dar xist û tê de rewşa siyasî hat şîrovekirin.
Civîn li Navenda Çand û Hunerê a kantona Tebqayê bi beşdariya sedan malbatên şehîdan pêk hat.
Di civînê de endama Desteya Seroketiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif li ser tecrîda li dijî Rêber Apo axivî û got:
“Pergala îşkenceyê ya li girtîgeha Îmraliyê metirsiya şerê li hemberî me nîşan dide.
Navenda şerê niha girtîgeha Îmraliyê ye.”
Foza Yûsif derbarê rewşa siyasî de jî ev tişt anî ziman:
“Pêwist e em bizanin ku ger em xwe amade nekin û tedbîran negirin em ê li hemberî dijmin têk biçin.
Her kes dixwaze fîtneyê di nav me de derxe, mîna êrişa li ser Dêrazorê.”
Fermandara YPJ’ê Zinarîn Qamişlo jî li ser şerê gel ê şoreşgerî axivî û got:
“Şerê Helebê û yê herêma Dêrazorê şerê gel ê şoreşgerî temsîl dikin.
Me ji bo edalet, wekhevî, azadî û mafê diyarkirina çarenûsê şoreş ava kir.”
Di dawiya civînê de malbatên şehîdan piştgiriya xwe ji QSD’ê re nîşan da û soza domandina yekitiyê û şopandina rêya şehîdan nû kir.



