Îro jî li li bajarokê Rimêlanê bi dirûşma “Zarok sembola afirînerî û hunerê ye” 9. Mîhrîcana Hunera Zarokan a li ser asta kantona Qamişloyê û Hesekeyê dest pê kir.
Mihrîcan bi beşdariya zarokan û malbatên wan li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran ya bajar pêk hat.
26 komên hunerî yên zarokan ji bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û Dêrikê tevlî Mihrîcanê bûn .
Endama Komîteya Amadekar Zîlan Mecîd têkildarî mihrîcanê axivî û got:
“Tevî êrişên domdar ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, me li gorî derfetên xwe kar kir da ku ev mîhrîcan bi serketî derbas bibe.
Armanca me ew e ku kêfxweşiyê bixin dilên zarokan ku siberoja herêmê ne.”
Mihrîcana li Rimêlan wê 2 rojan dewam bike, wê zarok di mirîcanê de berhemên xwe yên hunerî pêşkêş bikin.



