Di encama Operasyoneke Hêzên QSD’ê li rojhilatî Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê, çeteyek hat kuştin û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.
Têkildarî mijarê navenda ragihandina QSD’ê ev agahî parve kir:
“Hêzên me li bajarokê Bisêra yê Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê de operasiyonek pêk anî.
Şane hate dorpêçkir û bang li çete hate kirin ku xwe radest bike, lê şer şer derket”
Di encamê de çete ” Mihemd Ehmed El Hesen” bi nasnav “Umer El Şamî” hate Kuştin û gelek çek û cebilxane hate desteserkirin.
Navendê QSD’ê destnîşankir ku çeteyê navbûrî tevlî êrişa çeteyan sala 2022’an li ser Girtîgeha Sînnaa ya Hesekê bibû.
Navendê di dawî de diyarkir ku ji bo mayîndekirina aramî û ewlehiya herêmê wê her di nava şopandin û têkoşînê de bin.
QSD’ê şaneyeke xeterank a DAIŞ’ê li navenda bajarê Hesekê girt



