Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan KJK’ê destnîşan kir ku serbestkirina qada hewayî ya li Başûrê Kurdistanê, Şengal û Rojava li pêşiya dewleta Tirk, hevkariya komkujiya li dijî Kurdan e.
Her wiha KJK’ê bang li hêzên navneteweyî kir ku dest ji hevkariya di komkujiyan de berdin û her kes li dijî qirkirinê xwedî helwest be.
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK) têkildarî êrîşa dewleta Tirk ya li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê daxuyanî da.
KJK’ê di daxwiyaniya xwe de sersaxî ji malbat, kedkarên çapemeniya azad û gel welatparêz xwest.
KJK’ê anî ziman ku em vê êrişa ku endama Çapemeniya Azad a Kurd Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn şehîd xistin şermezar dikin.
KJK’ê diyar kir ku li Rojava û Şengalê hêzên rêveberiya xweser û sivîl tên kuştin, li Bakurê Kurdistanê li dijî zimanê Kurdî şer tê meşandin.
Konsepteke Qirkirina Kurd a topyekûn li ser tevahiya Kurdan tê meşandin
Her wiha KJK’ê bi bîr xist ku bi peymana Enqere-Bexdayê ya di 15.08.2024’an de lihevkirineke nû ya qirkirina Kurdan ket meriyetê wiha got:
”Armanca operasyona dagirkeriya Tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî gerîla hatiye pêşxistin, projeya Mîsakî Millî ya qirkirinê ku Mûsil-Kerkûkê jî digire nav xwe. Di vê wateyê de dewleta Iraqê rûmet û pêşeroja gelên Iraqê firotiye dewleta Tirk.”
KJK’ê di dawiyê de bang li her kesî kin ku zextê li civaka navneteweyî bikin.



