Zarokên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar man ji cih û warê xwe koçber bibin, xwendina xwe li kampan dewam dikin.
Li gel êrîş û ambarggoyê 7 hezar û 819 xwendekar ji aliyê hezar û 191 mamosteyan ve têne perwerdekirin.
Di sala 2018’an de Efrîn, sala 2019’an jî Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin.
Piştî vê dagirkeriyê xelk Efrîn û Girê Spî, bi giranî li kampên Waşokanî, Serêkaniyê, Til Semin û 5 kampên li Şehbayê dimînin.
Ji ber vê jî 7 hezar û 819 xwendekar neçar man ku li kampan perwerdeyê bibînin.
Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Perwerdeyê û Hînkariyê ya rêveberiya xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Semîra Hec Elî axivî.
“Li kampên Şehbayê perwerdeya di bin êrîş û ambargoyê de”
Semîra Hec Elî destnîşan kir ku li kampan şert û mercên dibistanan gelekî giran e û got:
”Bi taybetî li kampên li Şehbayê rewş giran e.
Ji ber dorpêça hikûmeta Şamê materyalên perwerde û hîndekariyê bi hêsanî nagirihêjin Şehbayê.
Navbera Heleb û Şehbayê tenê 15 deqe ye, lê belê li gel vê yekê jî em gelek zor û zehmetiyan dibînin ku materyalên perwerdeyê bigihînin Şehbayê.
Ev şert û mercên giran bandoreke neyînî li ser sîstema perwerdeyê ya zarokên li kampan dike.
“Zor u zehmetiya aboriyê bandorê li sîstema perwerdeyê jî dike”
Semîra xwe ji zarokên li kampan dixwînin berpirsyar dibîne, lê belê sererastkirina şert û mercan hêsan nîne.
”Dibe ku pêwîstiyên bingehîn ên xwendinê tedarik dike, lê belê têrê nake.
Şert û mercên aboriyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandoreke neyînî li sîstema perwerdeyê dike.”
”Cih biçûk e û hejmara xwendekaran zêde ye”
Ji rêveberiya Dibistana Şehîd Cemal a li kampa Newrozê Neman Cangîr jî bal kişand ser şert û mercên dibistana li kampê û wiha dewam kir:
“Li kampê tenê dibistanek heye, lê belê hejmara xwendekaran zêde ye.
Cih biçûk e, hejmara xwendekaran zêde ye, ev jî dibe sedem ku dema zarokek nexweş ket, wê karibe zarokên din jî nexweş bixîne.
Ji ber vê yekê jî perwedeya 871 xwendekaran li dibistanekê dibe sedem ku perwerdeyeke baş neyê dayin.
Ji ber ku xwendekarên Kurd û Ereb bi hev re dixwînin, em nikarin mufredata xwe li gorî dilê xwe bi cih bînin.”
Li gel şert û mercên giran jî ji xwendinê hez dikin
Xwendekara Dibistana Şehîd Cemal Ciwana Xalid Silêman diyar kir ku ew gelekî ji xwendinê hez dike.
Ciwana Xalid Silêman dibêje dema ew li bajarê xwe berî ku bê dagirkirin, dibistanê wê fireh bû û xweş bû.
Lê niha ji ber cihên wan teng in, dîsa jî dibêje tevî her tiştî ew ji xwendina xwe pir hez dike.



