Siyasetmedarê Kurd Adem Uzun û endamê KNK’ê di konferansa li Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de axivî.
Adem Uzun diyar kir ku li Îmraliyê pergala êşkenceyê hatiye avakirin û bang li NY’ê kir ku demildest serdana Îmraliyê bike.
Di çarçoveya 57’emîn Rûniştinên Mafên Mirovan ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî NY de ku li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî di 7’ê Îlonê de destpê kir û wê heta 7’ê Cotmehê bidome.
Aliyê Tevgera Dostaniya Navbera Gelan a li dijî Nijadperestiyê MRAP bi sernavê
“Li Tirkiyeyê mafên mirovan- sûcên li dijî gelê Kurd berdewam dikin” konferansek hate lidarxistin.
Di konferansê de sûcên dîrokî yên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û şert û mercên tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo hatin nîqaşkirin.
Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê MRAP’ê Gîanfranco Fattorînî moderatorî ji konferansê re kir û destpêkê ji dîroknasên Zanîngeha Zurîhê Prof. Hans- Lukas Kieser axivî.
Prof. Kîeser: Tirkiye xwedî kevneşopiyeke tunehesibandinê ye
Prof. Hans- Lukas Kieser bal kişand ser kokên dîrokî ya sûcên li dijî gelê Kurd û wiha got:
“Ji bo fêmkirina zext û sûcên dewleta Tirk ku li Tirkiye û derveyî wê li dijî gelê Kurd dike, divê li dîroka wan binêrin.”
Prof. Kieser destnîşan kir ku encamên Peymana Lozanê ji bo Kurdan giran bûye û wiha got:
“Kurdên ku di Peymana Lozanê de tune hatin hesibandin, ji wê rojê heta îro li çar parçeyên Kurdistanê rastî polîtîkayeke înkarê hatin.”
Cengîz Çandar: Polîtîkaya dagirkeriyê heye
Parlamenterê DEM Partî yê Amedê Cengîz Çandar jî diyar kir ku di rewşa heyî de ne pêkan e ku mirov li Tirkiyeyê qala hebûna demokrasiyê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe:
“Li gel ku yek ji welatên yekemin e ku Peymanên Mafên Mirovan ên Ewropayê îmze kiriye jî, îro pir zehmet e ku mirov li Tirkiyeyê qala hebûna demokrasiyê bike.”
Adem Uzun: Li dijî Kurdan polîtîkaya qirkirinê heye
Siyasetmedarê Kurd û endamê KNK’ê Adem Uzun jî axivî û diyar kir ku polîtîkayê qîrkirinê berdewam dike û got:
“Li dijî gelê Kurd ne tenê polîtîkaya qirkirina fîzîkî, polîtîkayên qirkirina çandî û polîtîk dewam dikin.”
Adem Uzun: Divê NY demildest têkeve nava liv û tevgerê
Adem Uzun destnîşan di dawî de ji bo saziyên neteweyî ev bang kir:
“Divê rê bidin Rêber Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Divê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî demildest heyetekê bişîne Îmraliyê û şert û mercên êşkenceya ku li ser Ocalan tê meşandin bi dawî bibe. Ger dewleta Tirk vê rewşê bidomîne, divê li ser Tirkiyeyê cezayên berbiçav werin sepandin.”
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê mijara ‘Mafê Hêviyê’ bike rojev



