Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê ragihand ku hejmara kesên ji ber şewba kolerayê li welêt mirin derket 348’an.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku şewba kolerayê li 9 eyaletan belav bûye û hejmara pêketiyan derket 11 hezar û 79’an.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hejmara kesên ji ber nexweşiya kolerayê jiyana xwe ji dest dane derket 348’an.
Her wiha hat diyarkirin ku li 5 parêzgehên welêt gumana nexweşiya taya dengeyê heye û hat diyarkirin ku ji ber gumana vê nexweşiyê 2 kes mirin.
Baran û lehiyên ku ji meha Hezîranê û vir ve li Sûdanê bi bandor in, bûne sedema belavbûna kolerayê.
Rayedarên Sûdanê di 12’ê Tebaxê de kolera wekî nexweşiya belav dibe, ragihand.
Li Sûdana ku şer dewam dike û pergala tenduristiyê bi bandor naxebite, belavbûna nexweşiyan jiyana mirovan hîn dijwartir dike.



