Çalakiya Meşa Dirêj a ji aliyê tevgerên ciwanên Kurd û ciwanên enternasyonal ve li Bîelefeldê ji bo azadiya Rêber Apo hatibû destpêkirin, li bajarê Duisburgê bi dawî bû.
Rûxmê ku di meşê de polîsên Alman êrîş û asteng kirin jî lê ciwan bi biryardarî meşiyan.
Çalakiya Meşa Dirêj di pêşengiya tevgerên ciwanên li bajarekî Elmanya di 15’ê Îlonê de di çarçoveya pêngava Azadiyê de bespêkir.
Ciwan di saetên sibehê de li kolanekê hatin ba hev, daxuyanî dan çapemeniyê û bi coşeke mezin di roja dawî de meşa xwe pêk anîn.
Meş di bin dorpêçeke giran a polîsan de pêk hat û di dawiya meşê de polîsan êrîşê çalakvanan kir.
polîsên Elman hewl dan di nava çalakvanan de ciwanekî binçav bikin.
Li hemberî helwesta ciwanan polîsan paşve gav avêt.
Dema meşa Dirêj li pêşiya HBF a Dûîsbûrgê bi dawî bû, polîsan dîsa ciwanên ku govend digerandin dorpêç kirin.
Lê belê dema li vê derê jî heman helwest hat raberkirin, polîsan ev dorpêç rakir.
Danê êvarê jî ji bo şeva kêfxweşiyê bê lidar xistin ciwan derbasî salonê bûn.
Ciwan, wê ji bo 32’yemîn Festîvala Çandê ya Kurd a Navneteweyî ku li bajarê Frankfûrtê bê lidarxistin derkevin rê.
Meşa dirêj a ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst bi konferansê dest pê kir



