Meşa dirêj a ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst bi konferansa “Rastiya Rêbertî û Rola Ciwanan” li Almanyayê dest pê kir.
Berî destpêkirina meşê ciwana konferansek bi sernavê ‘Rastiya Rêbertî û Rola Ciwanan’ li dar xistin.
Xebatên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mijara herî girîng a konferansê bû.
Meşa dirêj a ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst li Almanyayê dest pê kir.
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo destpêkirina meşê li bajarê Biefeldê hatin gel hev.
Ciwana destpêkê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ konferansek lidarxstin.
Konferans bi sernavê ‘Rastiya Rêbertî û Rola Ciwanan’ hat li dar xistin.
Di konferansê de li ser fikrên Rêber Apo û siyaseta heyî nîqaş hatin kirin.
Xebatên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mijara herî girîng a konferansê bû.
“Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were misogerkirin wê têkoşîna me bidome”
Li wir sînevîzyona ku li ser beşên jiyana Rêber Apon hatibû amadekirin hat pêşandan û piştre Muharrem Aral axivî û got:
“Divê hemû cîhan bizane ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were misogerkirin wê têkoşîna me bidome.
Ger ciwan xwe li hedefekê kîlît bikin tu hêz nikare li hember wan bisekine.”
Meşa ciwana wê li bajarê bielefeldê dest pê bike
Piştî konferansê jî ciwana destpêkirina meşê ragihandin.
Çav li rêye ku ciwanên Kurd û enternasyonalîst 16’ê Îlonê roja Duşemê li ber stasyona trenê ya navendî ya Bielefeldê li hev bi civin û têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo daxuyaniyeke çapemeniyê bidin.
Piştî daxuyaniyê jî wê meş li wir dest pê bike.



