Piştî êrişên Îsraîlê welatiyên Sûriyê niha neçar mane ku careke din vegerin welatê xwe.
Lê li gorî agahiyan Hikumeta Şamê ji bo derbasbûna her penaberekî 100 dolar şert daniye.
Yanî divê ew kes 100 dolarî bide hêzên Şamê.
Tenê di nava 48 saetên borî de 62 welatiyên Sûriyê di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de şehîd bûne.
Piştî êrişên Îsraîlê welatiyên Sûriyê niha neçar mane ku careke din vegerin welatê xwe.
Lê malbatên ku dixwazin vedigerin hêzên hikumeta Şamê ji wan re astengiyan derdixe.
Li gorî raporên çapemeniyê gelek penaberên Sûriyeyî li ser sînorê Lubnan û Sûriyê di nuqteya Cidêdt Yabos de asê mane.
Hikumeta Şamê li hember derbasbûna her kesekî bo xaka Sûriyê 100 dolarî daxwaz dike.
Di raporan de hat gotin welatiyan diyar kir ku hîna gelek malbat hene, ji ber ku nikarin pereyên tên xwestin bidin li ser sînor in.



