Li gorî rojnameya El Weten a ser bi hikumeta Şamê ve, ji êrişên vê dawiyê yên Îsraîlê yên li ser Lubnanê ve, 22 hezar û 215 Lubnanî hatine Sûriye û 65 hezar penaberên Sûriyî jî vegeriyane.
Rojnameyê da zanîn ku duh jî 6 hezar û 108 Lubnanî û 14 hezar û 891 penaberên Sûriyî vegeriyane.
Hate diyarkirin ku bi sedan penaberên Sûrî ku ji ber qanûnên hikumeta Şamê nikarin 100 dolar bikin pereyên Sûrî li ser sînorê Sûriye-Lubnan asê mane.
Hêjaye bibîrxistinê ye ku Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Lubnanê di 24’ê Îlonê de ji bo penaberên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku dixwazin vegerin herêmê komîteyên şopandinê ava kirin.
Duh jî zêdetir hezar û 300 Sûrî ji Lubnanê derbasî kantona Reqayê bibûn.
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Lubnanê, piştî tevgera keştên asîmanî ya di navbera Qamişlo û Beyrûtê rawestiyan, dest bi tomarkirina navên kesên ku dixwazin vegerin kir.
Nûnertiyê bi nîvê heq vegera penaberan bi otobîsan rêxistin dike.
Rêveberiya Xweser: Em amedene pêşwaziya penaberê li Lubnanê bikin



