Li Til Temirê di encama teqîna berhemên topên dagirkeran de zarokek bi giranî birîndar bû.
Li gundê Um El Kêf ê rojavayê bajarê Til Temirê berhameyên topên artêşa Tirk a dagirker teqiya.
Li gorî agahiyan, di teqîna bermahiyên topê de Zakir Ebdulxenî Heşê yê 13 salî ji mejî û rûyê xwe ve birîndar bû.
Zakir destpêkê birin nexweşxaneya bajarê Til Temirê.
Li gorî bijîşkên nexweşxaneyê ji ber teqînê zerarek mezin li rehên zarok kiriye.
Ji ber birîna giran a zarok ew ji bo nexweşxaneyên bajarê Hesekê hat veguhestin.
Ji dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di cotmeha 2019’an de Serêkaniyê dagir kirine ve, rojane gundewarê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê topbaran dikin.



