Rêxistinên jinan li bajarê Reqayê têkildarî têkoşîna jinan û pergala eşkenceyê li Îmraliyê civînek li darxist.
Civîn bi durişmeya “ʹBi têkoşîna jinan û fikra Rêber Apo em ê dîwarên Îmraliyê bişikînin” li hola navenda Rêveberiya Xweser ya Reqayê hate lidarxistin.
Jinên ciwan, endamên rêxistinên jinan yên saziyên sivîl ji 7 kantonan beşdarî civînê bûn.
Di civînê de Komploya 10’ê Cotmehê û pêkanîna wê li dijî Rêbe Apo hate nîqaşkirin.
Beşdarên jin diyar kirin ku astengkirina jinan tê wateya astengkirina fikrê Rêber Apo û gotin:
“Divê asta xwendina parêznameyên Rêbertî li saziyan were pêşxistin”
Di dawiya civînê de daxiyaniyek hate dayîn û wiha hate gotin:
“Bi fikirê Rêber Apo jin dikare azadiya xwe bi dest bixe.
Em wek tevgerên jin heta ku Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe em ê her li qada bin.”



