Li bajarê Girê yê dagirkirî mayînek bi erebeya çeteyan de teqiya, 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Çavkaniyên ji Girê Spî ragihandin ku li ser rêya Silok-Girê Spî mayînek bi erebeyê çeteyên ” Sultan Murad” ve hatibû bi çandin.
Di encama teqîna mayînê de serçeteye bi navê “Ebû Salih El Hemewî ” û du çeteyên li gel wî hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Piştî teqînê çeteyan birîndar û termê çeteyan derbasî Tirkiyê kirin.
Hêjayî bi bîrxstinê ye ku 26’ê Îlonê mayînek bi erebeya çeteyên bi navê ”Disipilîna Leşkerî” ve teqiya.
Wê demê 2 çete hatin kuştin.



