Desteya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di mehên Tebax û Îlonê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn 80 sîxurên dewleta Tirk a dagirker, 147 şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê, 35 sîxurên hikumeta Şamê, 75 çeteyên dewleta Tirk a dagirker û 678 bazirganên narkotîkê û kesên ku narkotîkê dikişînin, girtin.
Hevseroketiya Desteya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîneke berfireh bi beşdariya beşên rêveberî, ewlekarî û rêveberiyên giştî yên kantonan li dar xist. Di civînê de xebatên mehên Tebax û Îlonê hatin nîqaşkirin.
Di serî de rapora giştî ya hemû xebat û çalakiyan di 2 mehan de hat xwendin. Her wiha bal li ser zehmetiyên heyî nexasim giliyên gendeliyê yên ku şêniyan kiribû, hat kişandin. Her wiha di civînê de hat teqezkirin ku ev doz bi awayekî cidî tên şopandin û sûcdar bi awayekî hişk tên cezakirin.
Piştre hevseroketiyê rewşa ewlehî ya herêmê nirxand û bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker.
Hat diyarkirin ku hêzên dewleta Tirk a dagirker bi 67 topan 17 navendên ewlekariyê hedef girtin.
Her wiha şaneyên veşartî ji van êrişan sûd wergirtin û 28 teqînên bi mayîn û teqemeniyê pêk anîn ku vê jî zehmetiyên li pêşiya hêzan zêde kirin.
Bîlanço wiha hat diyarkirin:
“Tevî hedefgirtinên ku bi awayekî dubare tê kirin lê hêzên me bi hemû hêza xwe ji bo ewlehî û îstiqrarê kar dikin û Dezgeha Ewlekariya Giştî hejmareke mezin ji sîxuran û çeteyên şaneyên terorîst girtin.
- 80 sîxurên îstîxbarata Tirk
- 147 çeteyên şaneyên terorîst ên DAIŞê
- 35 ajanên rejîma Sûriyê
- 75 çeteyên artêşa Tirk a dagirker
Di destê wan de ev tişt hatin dîtin:
- 2 çekên kilaşînkov
- 4 damanceyên cûrbecûr
- Dûrbînek
- Hawinek eyar 180 mm
- 4 mûşek
- 4 sewaiq
- Tivinga nêçîrê 3
Hêzên me yên di Rêveberiya Giştî ya Dijî Dadeyên Hişbirê de 678 bikarhêner, belavkar, firoşkar, bazirganên madeyên hişbirê binçav kirin û ev tişt destser kirin:
- (1.353 kg) Kîlo û sê sed û pêncî û sê gram mîsa krîstal
- (7.261 kg) Heft kîlo û dused û şêst û yek gram heşîş
- (773,714) Heftsed û heftê û sê hezar û heftsed û çardeh hebên Kaptagon.
- (58.134) pêncî û heşt hezar û sed û sî û çar hebên hişbirê yên curbecur
- 1,11 gram Heroîn
- 65 şitlên heşîşê
- 958 derziyên hişbir
- 12 cixare heşîş
Rêveberiya Giştî ya Dijî Tawanan di dosyeyên curbecur ên sûcan de hezar û 607 sûcdar û kesên ku lê digeriyan binçav kirin ku ev in:
- Dizî: 301
- Şelandin: 17
- Detdirêjî: 5
- Revandin: 13
- Xirabiya îdarî: 4
Hejmara dosyayên şûnwaran 15 dosya ne
- Pereyên sexte: 20
- Kuştin: 35
- Hewldana kuştinê: 66
- Xwekuştin: 28
- Sextekirina kaxezan: 74
- Bikaranîna cihê kesekî din: 47
- Nesb û xapandin: 53
- Qaçaxçitiya mirovan: 89
- Fûhûş: 12
Hêzên operasyonê û hêzên me yên taybet jî di mehên Tebax û Îlonê de li kampa Mehmûdlî û derdora Çiyayê Kezwanê çalakiyên berfireh lidar xistin, tê de ev tişt girtin:
- Kilaşînkov: 71
- Cebilxaneya kalaşnîkov: 1148
- Cercûrên kilaşînkovê: 159
- Damance:19
- Cebilxaneya damanceyê: 83
- Hawin bi bingehê: 180
- Moşekên bi bingehê: 4
- Tivinga nêçîrê: 144
- Tivinga Brno: 5
- Cebilxaneya Tivinge: 174
- Mermiyên Çekên Bêksê: 125
- Telefona destan: 79
- Çeka bombekşin: 8
- Dûrbîn: 12
- Çekên Sonobal: 1
- Çeka RBK: 1
- Damance guhertî yan jî qulibandî: 6
- Çeka spî: 7
- Perçeyek kevnar: 1
- Saeta teqandina mayînê: 4
- Rextên leşkerî: 5
Her wiha hêzên me 3 teqemeniyên ku ji bo teqandinê hatibûn amadekirin bêbandor kirin
Ji aliyekî din ve di mehên Tebax û Îlonê de 969 qezayên trafîkê rû dane û di encamê de 50 kes mirine û 593 kes jî birîndar bûne.
Di nava hemû rûdan û zehmetiyan de, fakulte û dibistanên hêzên me ji bo pêşdebirin û pêşxistina xebatên ewlekariyê, 6 dewreyên perwerdeyê yên di warên cuda de bi dawî kirin.
Di çarçoveya hemle û xebatên hêzên me yên ji bo aramî û ewlehiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, 4 endamên me şehîd bûn û 12 endamên me jî bi giranî birîndar bûn.”
Di dawiya civînê de soza bilindkirina asta têkoşîn û xebatê ji bo pêkanîna ewlekarî û aramiya herêmê hat dayîn.”



