Çalakî û xwepêşandanên li dijî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Êlih û Xelfetî ya Rihayê berdewam in.
Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik got ku bi tayînkirina qeyûman dixwazin gel bê îrade bikin.
Siyasetmedar Ayla Ata jî got ku qeyûm derhiqûqtî ye.
Serokê CHP’ê yê Stenbolê jî tayînkirina qeyûman bi darbeyê bi nav kir.
Çalakî û xwepêşandanên li dijî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Êlih û Xelfetî ya Rihayê berdewam in.
Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik diyar kir ku ew ê bi israr xwedî li îradeya gel derkevin.
Işik, anî ziman ku sepana qeyûm rewa nîne û hinceta tayînkirina qeyûm jî nayê qebûlkirin.
Hevşaredarê Êlihê: Dixwazin gel bê îrade bikin
Ji bo çavkaniyên gel pêşkeşî rant û alîgirên îktîdarê bên kirin şaredarî hatiye xespkirin.
Yeşîl Işik got ku ku armanca ji tayînkirina qeyûm gel bê îrade bikin û wiha dewam kir:
Weke şaredariyên DEM Partiyê me ji bo parastina çand û zimanê kurdî xebat meşandin û xwestin bi rêya qeyûman pêşî li vê bigirin.
Naxwazin çand, huner û zimanê klurdî bijî û xebatên ji bo jinan bên meşandin.”
Siyasetmedar Ayla Ata: Qeyûm derhiqûqtî ye
Di heman çarçoveyê de siyasetmedar Ayla Akat Ata axivî û da zanîn ew ji hêla siyasetê ve ji her demê bêhtir bihêz in û got:
“Qeyûm dê biçin û em ê her li ser vê xakê bijîn. Bila gelê me moralê xwe xerab neke û berxwedana xwe bidomîne.”
siyasetmedar Ayla Akat Ata da zanîn ku dewlet bi tayînkirina qeyûman hiqûqa xwe bin pê dike.
Dibêjin ’em îradeya we nas nakin.’ Qeyûm derhiqûqtî ye.
.
siyasetmedar Ayla Akat Ata di dawiya axaftina xwe de bang kir û wiha got:
Divê hêzên li Tirkiye, Ewropa û navneteweyî vê bêhiqûqtiyê qebûl nekin.
Serokê CHP’ê yê Stenbolê tayînkirina qeyûm bi darbeyê bi nav kir
Serokê CHP’a Esenyûrt a Stenbolê Mulayîm Demîrtaş têkildarî tayînkirina qeyûman li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih, Xelfetî û Esenyurtê axivî.
Serokê CHP’ê tayînkirina qeyûman weke derbe bi van gotinan pênase kir.
Serokê CHP’ê yê Stenbolê: Dê tekoşîna me li dijî qeyûman dewam bike
Serokê CHP’a Esenyûrt a Stenbolê Mulayîm Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku Tirkiyê bi polîtîkayên qeyûm nikare pêş bikeve.
Dê têkoşîna me ya li dijî tayînkirina qeyûman bidome.”
Li Ewropayê li dijî desteserkirina şaredariyan çalakî hatin lidarxistin



