Li gelek navendên Ewropayê jî li dijî desteserkirina Şaredariyn gelê Bakur bi çalakiyan bertek hatin nîşandan
Kurdistaniyên li Ewropa û dostên xwe diyar kir in ku ew ê tu carî qeyûman nas nekin û li dijî vê wê timî di nava têkoşînê de bin.
Li Kurdistanê û Cîhanê desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih û Xeleftiyê tên şermezarkirin.
Li ber Konsolxaneya Tirk a Hamburgê bi sedan Kurdistaniyan li dijî desteserkirina vînê çalakiyek li dar xistin.
Di çalakiyê de li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Hamburgê Serhat Çetînkaya axivî û got:
“Em ê tu carî qeyûmên li şaredariyan tên tayînkirin nas nekin û li dijî vê wê timî di nava têkoşînê de bin.”
Desteserkirina şaredariyan, li bajarê Duisburg ê Elmanyayê jî hat şermezarkirin.
Li wir Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek da û anî ziman tu hewldan, tu zilm wê nikaribe pêşiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bigire.”
Li bajarê Munihê jî bi tevlîbûna gelek rêxistinan li dijş darbeya qeyûm bertek hat nîşandan.
Li herêma Rochefort a bajarê Bordeaux ê Fransayê jî bi pêşengiya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşêr (TekoJIN) çalakî hebûn.
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Li Kurdistanê rê nadin qeyûman” û “Dîktator Erdogan” hatin berzkirin û belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.
Li bajarê Draguignan ê Fransayê jî li dijî destserkirina vînê li ber qada Propheteyê mîtîngek hat lidarxistin.
Di mîtîngê de Hevseroka Meclîsa Gel a Kurd a Draguignanê Zelal Serhat diyar kir ku tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê li pêşberî têkoşîna Kurdan xitimiye û ji ber vê yekê pergala êşkeceyê li ser Rêber Apo didomîne.
Her wiha li li bajarê Bellinzona yê Swîsrayê jî bi heman armancê çalakiyek hat lidarxistin.
Di çalakiyê de kesên ku axivîn got, li dijî êrîşên dewleta Tirk wê li her cihê têkoşîn bê xurtkirin



